Kî Ne Em?

Tevgera 3H, ku nave xwe ji Hürriyet (Azadî), Hukuk (Hiqûq) û Hoşgörü (Xweşbînî)yê girtiye, dixwaze van nirxan di nav jiyana civakî û siyasî de cih bigre û xebat û şixulên xwe li ve gorê dimeşîne. Tevgera 3H’yê li Tirkiyeyê di vî warî tekane tevgera ciwanan a liberal (azadîxwaz, serbestîxwaz) e.

Baweriya me yî bi hêmanên bingehîn ên jiyaneke bi hev û du re, wekî azadiya îfadeyê, azadiya ol û bawerîyê, azadiyên aboriyî û dewleteka ku bi hiqûqê hatiye sînorkirin û nihartina me yî erênî, dûrbûna me yî ji tabûyên siyasî û xewna me yî bi dinyayeka bêhtir ‘adil, azad û muferih ku mumkin e niqteya me yî hevbeş ya endamên Tevgera 3H’yê ye. Di vi îstîqametê de em di mijarên akadamîk û aktüel de çareseriyan çêdikin û bi gel ra parve dikin.

Tevgera 3H’yê ji alî ciwanên cihêreng û azadîxwaz ve ku di 2006’an hatiye avakirin, ji wir û vir ve bi seminer, gengeşî, çalakî û kampanyayan xebatên xwe didomîne û di civak û siyaseta Tirkiye’yê de dengê azadîxwaz ê ku zelûl e bilind dike.

"Ê ku li dinyayê ji me re bihuştê waad dikirin ji dojehê pê ve tiştek nehanîn holê."

Karl Popper