Ew insanê ku te li ser navê terorîzmê ji feqîrî û xizanî û bêîmkaniyê pê ve tiştek ji wan re nehişt bû ku ji bo debara xwe bikin kare danûstendinê dikirin ne bes bû te ji wan re gotî qaçaxçî û te wan 34 insanan bi fuzeyê xwe kuşt û ne bes bû te gotî şaşiyek bû. Em baş dizanin ku tu ji dizîyê re dibêy bac, ji cînayetê re parastina meşrû, ji protestokar re terorîst û ji nelirêtiyê re jî dibêy bexş. Hey dewleta ku cesedên zarokan, bavan û dildaran li ser pişta hêstiran dikşîne! Hey dewleta ku xelq û alemê di sînorê xwe yî zahirî de di xwe hepse!

Dewleto, tu jî “pir xweş dizanî bikujî.”

28.12.2013